Li Batmanê Cihên Serjekirina Qurbanan Diyar Bû

Ji aliyê şaredariya Batmanê cihên serjêkirina Qurbanan hate diyar kirin

Li Batmanê Cihên Serjekirina Qurbanan Diyar Bû
19 Temmuz 2021 - 11:18 - Güncelleme: 19 Temmuz 2021 - 11:45

Şaredariya Batmanê ji bo welatiyên ku dixwazin di Îda Qurbanê de heywanekî qurban bikin cihên qurbanê û cihên firotinê diyar kir.

Şaredariya Batmanê amadehiyên xwe yên ji bo alîkariya kesên ku dixwazin qurbanên xwe serjê bikin xelas kir. Şaredariyê ragihand ku destûr nayê dayîn ku li derveyî serjêkirinên hatine diyarkirin heywanan qurban bikin.

Cihên Serjêkirina Qurbanê yên Biryarkirî hene:

Taxa Gültepê Pişt Milangaz Petrolê
Taxa Çamlıtepeyê  4002 Sikak li ba daristana Yaşar Kemal
Taxa Bahçelievlerê 1629 Sikak Dibistana Navîn ya Petrolê
Taxa Hîlal li ba xeraca nû
Taxa Akyurekê Cihê serûpîyan
Gundê Girbereşk li selexanê
Gelê Batmanê qurbanên xwe dikarin li van deran serjê bikin.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum