Komkujiya Geliyê Zîlan

Sal 1930 li Geliyê Zilan bi hezaran Kurdên bêsûc hatin qetil kirin. Di nava wan de zarok, pîrekên biheml, kalên haftê salî jî hebûn.

Komkujiya Geliyê Zîlan
26 Ekim 2020 - 11:28

Di destpêka salên 1900an de, Îttîhat û Terakkî xwest aboriya welatê Osmanî bi tevahî bike malê dewletê. Bo wê jî dest danî ser hebûna Rûm û Ermeniyan, armanca wê ew bû ku împeratoriyetekê li ser bingeha Tirkbûnê ava bike. Ji ber vê jî dewletê derbarê Kurd, Ermenî û Ruman de siyasetên nû meşandin û biryar da Rûman sirgûn bike, Ermeniyan tehcîr û Kurdan jî ji ber ku ew Misilman in asîmle bike.

Ji wê û şûnde dewletê teroreke gelekî kûr meşand, li himber Kurdan asîmîlasyon û komkujiyên kulturî hatin kirin. Siyaseta komkujiya dijî Kurdan di dema komarê de li ser bingeheke sîstematîk û wek siyaseteke dewleta kûr hat kirin. Ew komara ku bi tekoşîna gelên Tirk û Kurd hatibû damezrandin ji sala 1924an pê ve ji felsefeya xwe ya damezrandinê dûr ket û ket ser rêyeke çewt.

Di encama vê rêguhertinê de gelê Kurd ku yek ji du damezrênerên bingehîn bû hat înkarkirin. Siyaseta nû ya Komarê li hember Kurdan li ser bingeha înkarkirin û jinavbirina Kurdan hat dariştin. Kurd jî mîna Şêx Seîd û li herêmên wek Koçgîrî, Beytûşebap, Agirî û Dêrsimê li ser bingeha berxwedanê dijî vê komkujiyê serî hildan.

Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de, eşîrên herêma Serhedê bi serpereştiya Broyê Heskî Têlî 16ê Gulana 1926ê li derdora Çiyayê Agirî dest bi serhildaneke nû kirin. Lê Hezîrana heman salê artêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh anî ser Agirî û pêşengên serhildanê neçar bûn biçin Îranê.

Tirkiye û Îranê piştî vê serhildanê peymanek li ser ax û sînoran îmze kirin û Çiyayê Agirî bi temamî ket nav sînorên Komara Tirkiyê, beşek ji navçeya Qelenî (Çaldêranê) jî bû ya Îranê.

Hê germahiya serhildanê netefiyabû Cemiyeta Xoybûnê ku 5ê Cotmeha 1927ê li Lûbnanê hatibû damezrandin, sala 1928ê Îhsan Nûrî Paşa şande Serhedê û serhildanê ji nû ve destpê kir. Heman salê  Komara Agirî hat ragihandin û êlên Kurdan ên li herêmê piştgirî dan serhildanê.

Artêşa Tirkiyê 14-27 Îlona 1929ê li Çiyayê Tendurekê dest bi êrîşeke berfireh kir. Bi biryara jimare 8692 a hikûmeta Tirkiyê ya 9ê Kanûna 1929ê, Hezîrana 1930ê hêzeke zêdetir gihişte herêmê û bi 10 hezar leşkeran Çiyayê Agirî dorpêç kirin. Destpêka Temûza 1930ê serhildan hat tepeserkirin.

Artêşa Tirkiyê destpêka Temûza 1930an bi fermandariya Derwêş Begê yekîneyek şande Geliyê Zîlan ser bi navçeya Erdîşa Wanê. Wê yekîneyê di 2 hefteyan de bi hinceta ku piştgirî dane serhildanê, komkujiyeke mezin kir. Şahidên wan rojan dibêjin zarok, jin, pîr û kal jî tev de nêzîkê 45 hezar kes bûne qurbanî.

Rojnameya fermî ya dewletê ya bi navê Cumhuriyet, di hejmara xwe ya 13ê Temûza 1930ê de wiha nivîsiye: “Paqijkirinê destpê kir: Yên di Geliyê Zîlan de hemû hatin jinavbirin. Ji wan yek kes jî rizgar nebûye.” Di rastiyê de haya piraniya xelkê Geliyê Zîlan ji serhildana Agirî jî nebû. Lê dewletê xwest bi vê komkujiyê peyamekê bide Kurdan.

Komkujiya Geliyê Zîlan, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duwemîn komkujiya mezin a li hember Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.

Esmanê Sor: Geliyê Zîlan 1930

Şahidhalên komkujiya Geliyê Zîlan behsa bûyerê dikin;

Mehmet Çakir, “Ez xelkê Eqsê me, navê min Mihemed e, wê demê ez neh-deh salî bûm. Geliyê Zîlan baş tê bîra min. Em wê demê wek van zarokan bûn, tiştên di zaroktiyê ji bîra mirov naçin. Tarîxa jidayîkbûna min 1340 e. Wê demê ez zarok bûm, baş nayê bîra min jî, me dît wiha qerebalix çêbû.

Riza Sargut, “Ez li ber miyan bûm, min dehnê xwe dayê nêzîka 50 siwarî hebûn.Hat, pîrika min got; “Evê han Seyîd Resûl e.” Pîrika min jêre got: “Keko hunê bi kude herin?” Got: “Erê lê 5 kurên te hene, xwe di paşilên bûkan de dirêjkirine.” Got: “Em dibên emê li hikûmetê bixin, hikûmetê ji ortê rakin.”

Mîrza Akmaz, “Ket nav milet, got em dê li Erdîşê bixin, esker û hêza me ji Diyarbekirê tê.”

Tahir Nas, “Mala Cewher efendî bûn MÎTê dewletê. Mala wî li aliyê bajarê Wanê bû. Dema bar kir hat Erdîşê, wî dest danî ser wî erdî. Hemû xelkê Erdîşê, ehlê Tirkên Erdîşê Ecem bûn. Pilûr, Pilûrvank, Qasimbax û Wêrane… Tirkên Erdîşê yên li van deran girêdayî mala Reîs bûn. Digotin em Sorî ne, digotin em jî ji eşîreta Sorî ne. Lê ew Ecem bûn.”

Mehmet Çakir, “Şer û pevçûnan destpêkiribûn heta demekê berdewam kirin. Piştre navê me hemûyan nivîsîn û dan dewletê. Mala Cewher efendî destpêkê nan û xwarin dan wan qeçaxan. Bi xwedî kirin.”

Tahir Nas, “Tirkên Erdîşê bûn MÎT (Sîxûr), ketin pêşiya eskeran. Esker ne peya, siwar bûn. Siwarê qantir û hespan bûn. Mala me jî li gundê Perexulî yê ser bi Erdîşê bû. Mala me li Perexuliyê bû. Van Ecemên (Tirkên Erdîşê) çete her car êrîşî qereqolekê dikirin.  Li Erdîşê didan, li Bêgiriyê didan, li qereqolên hidûd didan û piştre digotin Kurdan lê dane. Li filan gundi, filan cihî…”

Mîrza Akmaz, “Xeber dan Nûrî, gotin gundiyên te bila kesek bi ciyekî de neçin, em dê werin şîretekê li gundiyan bikin ka we çi kiriye û çi ne kiriye? Nûrî jî derket û got: “Gelî gundiyan kesek bi ti cihekî de neçin, fermandar dê were, wê me hemiyan kom bike, şîretekê li me bike û here.”

Merivên bi temen û mezinan gotin: “Nûrî vê bi me neke, dewlet me bernade. Bila gencên me, jinên me, zarokên me, di van geliyan re derkevin û herin, bila ew xilas bibin…. Bo me pîran ne girîng e.” Nûrî got na: “Welleh yek kes bi cihekî de biçe, ezê îxbara we bikim, ez dê xaniyên we bidim şewitandin û zar û zêçên we bidim kuştin.” Kesî nediwêrî bi cihekî de biçûya.”

Tahir Nas, “Ji şevê ve leşker kişiyan Geliyê Zîlan û çadir vedan. Li Sarkoy, gundê Şêxan bû. Li ber devê çem bû. Dema gundiyan zanîn ku ji êvarê ve leşkeran li Geliyê Zîlan çadir veda ne, rî spî, kesayetî û merivên baş ji gundan revîn.

Gundên Qazoxan, Mixare, Sortilî û Kele, akinciyên wan reviyan, yek jin û zarokek di gelî de nemabûn. Li nav çiya û newalan xwe veşartin.”

Abdulbakî Çelebî, “Hema hema tê bîra min, mehîneke me ya boz hebû. Bavê min dayîka min li mehînê siwar kir û bavê min da pêşiyê û em bi hev re ji gund reviyan. Çarsed, pênsed pezê me hebûn, me yek jê neanî, 20 serî gamêşên me, dewarên me, çî me hebû, mal… hema kon vegirtî wiha bicîh hiştin.

Hemû hiştin, bi şev reviyan. Bavê min, apê min û hevjîna xwe, zarokên wî Mele Ehmed û Mistefa, em hemû bi şev hatin Bonizliyê ku niha dane Afganiyan (Kirgiz), ba mala kalikê min, bavê dayîka min. Em hatin wir, rojekê du rojan li wir man. Çend roj paşê eskeran bi ser gund de girtin û ketin nav gund, mêrên gund hemû kom kirin û birin.”

Tahir Nas, “Perexulî ma, Bonizlî ma, Bonizlî jî gundê Mele Mihemed bû, Mele Mihemed jî MÎTê hikûmetê bû. Mele Mihemed sibehê zû rabûye û berî biçe Erdîşê ji gundiyan re gotiye; “Bila kesek neçe bi ti cihekî de. Dema leşkerên Derwêş beg hatin yek du çêlek û çend miyan serjêkin, goşt û savarê çêkin daku esker bixun. Lê bila ji xeynî bekçî û muxtaran kesekî din neçe ba wan. Kesek di gund de nemîne xwe veşêrin.”

Bêguman hemû kesî xwe veşartiye. Amadekariya eskerên Derwêş beg dikin. Xwarin tê çêkirin. Dema Derwêş beg û eskerên wî nanê xwe dixun, muxtar jî ligel 18 gundî ji cihên xwe veşartine derdikevin û diçin ba eskeran. Piştî esker nanê xwe dixun van 18 mêran û Mele Mihemed hemûyan dibin kampa çadirî. Her 18 mêr li ber çadiran girêdabûn. Xwedo tu heqî êdî min bi çavê xwe jî dît. Evana min bi çavê serê xwe dîtin.

Yek du mirov bi hev ve girêdidan û dianîn cihê kampê. Muxtarên wan gundan jî girtibûn û anîbûn. Muxtarê Birhanê navê wî Mihemed bû, wî muxtarî digot ez ji eşîreta Sirî me. Jêre digotin Mihemedê Salihê Xelê. Muxtarê gundê Birhanê bû. Derwêş beg ev muxtar û gelek muxtarên din şandin gundan û ji gundiyan re digotin: “Kes nereve, nebeze, ji mala xwe derneyê û hemû werin ba Derwêş beg.”

Abdurrahman Gurbûz, “Em ji tirsa reviyan û me xwe di nav şewlan de veşart. Em ji dehl û şewlan derneketin. Eskeran du gundi ligel xwe anîbûn û hewl didan bi wan bidin gotin ku efû hatiye. Wan jî bang kirin ku efû hatiye, werin û milet ji nav dehlê derketin û hatin. Fermandar pirsî ka kesek maye yan na, gotin hinek kes mane, bang kirin êdî hemû derketin û hatin. Ji xeynê me kes nema. Yek ji wan herdu gundiyên girtî yekî xwe wenda kir û yê dine hemû girêdan, her duyan destê wan bihev ve girêdan û ev jî birin û ber bi Erdîşê ketin rê.”

Abdulbakî Çelebî, “Em jî zar û zêç hemî ji gund reviyan. Li jorê newalek hebû, erdê wê rast e û ji ser ve teng e, mesafeya wê jî dirêj e, tevahî nêzîka sê-çar kilometre heye, hundirê wê fireh e, serê jî mirov dikare di ser re baz de, erdeke rast e, wiha kûr e, hemû milet çûn ketin wê derê. Yanî firoke jî di ser re bigere nabîne, kî here were nabîne. Hejmareke zêde ya gundiyan, jin, mêr, zarok me hemiyan xwe li wir veşartibû.”

Tahir Nas, “Me dêhna xwe dayê, hema nîvro bû, li ser nanê nîvro, eskeran derdora gund girt, em li gundê Perexuliyê bûn.. Hinek mêr reviyan, gelek ji wan reviyan, çend heb pîr man, du ciwan jî man û yên din hemû revîn xwe veşartin. Eskeran hemû gundi, li devereke rast a bin gund kom kirin. Derdora wan girtin, yek yek û du du ji malan derdixistin û dianîn. Heta bi zarokên nav dergûşê, çûn birayekî min jî anîn, dayîka min ew di nav dergûşê de hiştibû û sê-çar mehî bû. Kes nehiştin. Go Derwêş beg gotiye, “Bila kes di mala xwe de nemîne dê kaxeza beraetê bide û wan vegerîne mala wan.”

Em komkirin û anîn ber Bonizlî gundekî mezin bû, niha Efganî têde ne, zêdeyî 100 mal dibû. Ji dîlgirtiyan 18 mêr xelkê gundê Boynizlî bûn. Leşkeran em ji gundê Boynizlî birin gundê Birhanê. Kal, ciwan, jin, xort, zarok gelek mirov hebûn. Yek-du ciwan bûn, ên din kal bûn, em hatin Birhanê ji wî aliyê çem leşkeran li me reşand.

Derdora çem çirav bû, hinek gule li çiravê diketin, hinek li mirovan jî diketin. Hinek birîndar bûn, hinek diqîriyan, hinek dizîriyan. Eskerekî aleke spî bi darekî vekiribû û diçû. Min wiha lê dinêrî, dawa pîrika xwe girtiye, ez hem digrîm hem pêre diçin, pîrika min yeke wek mêrekî bû. Emrê Xwedê ew esker çû gule rawestiyan.

Em hatin Birhanê,  berê di xaniyên mezin de bixêrî hebûn, bixêrî hebûn, ji wê baca bixêriyê xortek û keçek derketin, lê dû bi ser wê avahiyê ketibû. Gotin; “Agir berdane me, Xwedê qebûl neke, yên di hundir de hemû şewitîn.” Gotin; “Me xilas bikin, ew jî bi rev hatin ketin nav me.”

Abdulbaki Çelebî, “Agir berdabûn gundê Birhanê. Lê min nedît, wê demê zarok bûm. Ji gundê me Hecî Hamid hebû, ji wê êsîriyê reviya bû, ketibû nav dehlê û hatibû di Birhanê re derketibû. Digot; “Xelkê gund hemû xistibûn xaniyan, derî li wan girtibûn û agir berdabûn xaniyan. Mirovên di hundir de zindî şewitandin.”

Hecî Hamid sond dixwar û digot: “Min ji ber devê derî li hundir temaşe kir, mala Mihemedê Salihê Xellê bû,min sê-çar pênc heb cesed dîtin. Yek Qasoyê kurê Feqî Miheme, jinek hebû navê wê Baran bû.” Digot; “Min neh deh hebên wan nasdikirin. Cesed hewqasî şewitî bûn, bêhna terman li derdorê belav bûye, dohnê mirovan vek avê diherikî. Wiha dişewitîn, qirçe qirça wan bû, li gundê Birhanî.”

Tahir Nas, “Em birin cem Derwêş begê. Dema nimêja nîvro, germa havînê ye, meha 7ê bû, çendê wê be nizanim, germa havînê ye. Eskeran em birin cem kafirê Derwêş beg. Kafirê Derwêş beg, MÎTên Erdîşê hemû, êdî mirine nemane, li balê rûniştine û piyê xwe avêtine ser hev. Ligel 18 kesên ku berê girtî ne, ji gundên derdorê gelek mêr girtibûn û girêdabûn.

Ew mêrê di nav me de ew jî girêdane, gotin êsîr bila li dera han rûnin. Gundiyên ku anîbûn, kom bi kom hatin rûniştandin. Mirovên gundê derdorê hemû li wir bûn.”

Ali Taştan, “Derwêş beg hate pêşiya min û pirsî: “Çi de destê te de ye?”. Min got, nan e. Desmal vekir û ew nan hemû avêt ser erdê. Milê min ê çepê girt, a wiha pehînek li çoka min da, cihê wê kifş e, xwîn herikî. Du esker pêre bûn, berê tivingên xwe dane min û sekinîne. Wi yê sivîl ji Derwêş beg re got: “Te çima li vî zarokî da, zarok bû.” Yê sivîl mile min girt, ez ji wê derê, ji leşkeran dûrxistim û got; “Here mala xwe.”

Tahir Nas, “Êdî nizanim çi digot nizanim, xeber didan. Got û got, çû û hat û got, ligel çeteyên Erdîşê bû piste pista wan. Derwêş beg paşê zîvirî û ferman da eskerên xwe. Kom kom rûniştîbûn, bi tiliya xwe komek destnîşan dikir, leşkerê aleke sor di destê wî de bû ligel komekê bo cihekî din dişandin. Destê xwe ha wiha dikir. Derwêş beg çi dema bi tiliya xwe komeke girtî pêşan bida, eskeran didan pey, paşê li me dizîvirî û digot: “Metirsin me ew şandin gundên wan.” Dibê şandine gundê wan, qêrîn e, zarîn e, fîxan e…”

Abdulbaki Çelebî, “Jinek bi nave Adîle hebû. Niha xwîşkeke min jî bûka wê ye. Adîle got, “Em hatin ketin gelî, Geliyê Şorê û me got emê birevin û herin Îranê, me êvarê nan û man çêkir, me hinek mirtoxe çêkir (helawa ard). Êdî me dît mezin di navbera xwe de diçin û tên û diaxifin. Digotin em dê zarokên hûr hemiyan bi cîh bihêlin, jinan hildin û herin, nikarin zarokan bi xwe re bibin.”

Keçeke wê jî hebû navê wê Muhbet bû, niha miriye rehma Xwedê lê be. Ewna hemû mirine. Muhbet êvarê ji dayîka xwe re dibêje: “Dayê gelek mirtoxeyê bide me, em têr bixun. Qet nebe zikê me têr be, hun dê bi şev me di nav cihan de bihêlin û herin.”

Navê bavê Muhbet jî Beko bû. Jê re digotin Bekir Axa. Got, Beko Axa ji cihê xwe rabû û got: “Wellehî piyê min nehat û min zarokên xwe jî bicîh nehiştin.”

Tahir Nas, “Mirov digrîn, rûniştî ne. Emrê Xwedê dor hat gundê me. Eskeran berî gundiyên me akinciyên gundê Milkê birin. Piştî gundê Milkê em jî birin. Em birin binya Milkê, êdî ewê din man. Muxtar Qesîm birayê Mele Mihemed bû. Nizanim çi gotin, îfade wergirt, Muxtar Qesîm û çend gundi bi hev ve girêdabûn, ji wan vekir û Derwêş beg dest avête demançeya xwe, teq teq berdayê û muxtar li wir kuşt. Kuşt, ew muxtarê ku em ji gund anîbûn û digot: “Nerevin, Derwêş beg dê kaxeza we ya beraetê bide”, ew jî tevî me.

Em jî rakirin, li pey gundiyên Milkê birin. Eskeran gotin: “Netirsin em ê çend guleyan di ser we re biavêjin.” Eskeran em li ber goristana gundê Milkê kom kirin û danîn. Li herdû aliyê me av diherikî. Li aliyê rojhilat û quble av diherikî. Lê li pêşiya me erdeke rast bû. Ji me re gotin, li vê erda vala ya tenişta goristanê rûnin. Derdora me ji aliyê eskeran ve hatibû dorpêçkirin.

Eskeran ji wergêr re digot bibêje: “Ew dê çend guleyan di ser we re biavêjin lê hun netirsin ha, nerevin.” Lê xirmîn e, havîn e, dengê guleyan tê em nizanin, dikujin dizanî! Ji gundê Milkê du jinên bi temen ew jî hatin nav me, ji xaniyan derketin û tevlî me bûn. Em li ber goristanê bûn, goristan li binya gund bû. Herdu jin hatin cem me û gotin: “Welleh yek gundiyê me nehiştin. Hinek sax mane, dê wan jî bînin ba we.” Ew jî anîn cem me. Ew li wî aliyê çem, em li vî aliyê çem, çem di navbera me herdu aliyan de, di navbera herdu gundan de. Ew muxtar, Dîlvan dibêje, esker hat, fermandar dibêje; “Ne birevin, ne jî bigrîn, em dê du-sê guleyan di ser we re biavêjin, piştre kaxezên we yên beraetê bidin û hun jî dê biçin malên xwe.”

Eskeran ji aliyê din ve gule reşandin. Ji ber dema nîvro bû, hinekan nimêja nîvro dikirin, hinekan nedikir, hinek rûniştibûn. Esman sor bûbû, ya Rebî teyê bigota qey esman bûye xwîn. Wek dema roj diçe ava lê hatibû. Te digot qey esman digrî.”

Cemîl Tumlaç, “Ez li mezrê bûm, teyare hatin û bombe bi ser me de barandin. Wextê dê û bavê min reviyan zarok bûm negehiştim wan, li paş mam. Dê û bavê min direvîn, xwe dixistin cihên kendal- mendal daku teyare li wan nexin. Di nav şûvekê re reviyan daku bikevin cihekî, ez ji bi pey wan de çûm, dema teyarê bom be avêt dûman bi esman ket. Yekî rahişt min û got: “Wey mala min xerabû.” Navê diya min Xezal bû. Kesê ez rizgar kirim apê diya min bû. Got; “Xezal min Cemîl anî, Xezal min Cemîl anî.”

Tahir Nas, “Qêrîn, zarîn, Xwedê tu heqî derew têde nîne. Pîrika min ez xistim bin çengê xwe, wexta ku wisa lê da, wisa lê da, çend deqe piştre êdî deng ji kesî dernediket.

Leşkeran ew muxtarê wergêr dikir berdanê û girtin. Xwedê tu heqî, muxtar hewqasî qîr û fîxan dikir esman dihejiya. Dayîka min, pîrik û meta min ketibûn, ez jî di bin wan de mabûm. Her der xwîn bû, min wiha dinihêrî. Gule li piyê min ketibû, di bin çokê re şikestibû. Carna min çavê xwe vedikir û li derdorê temaşe dikir.

Sê-çar eskeran ew muxtar girtin, avêtin erdê, hewqasî dikir zare zar, dengê wî hê jî di guhê min. Eskeran kevirekî mezin li serê muxtar dan û wek maran pelixandin serê wî.”

Abdulbaki Çelebî, “Jina bi navê Rebîa ji Bonizlî û Tahir jî xelkê gundê Eskarî yê derdora Erdîşê bû. Jina bi navê Rebîa behs dikir û digot: “Tahir birîndar bûbû, gule lê ketibû. Bi şev em hatin û me hewl da di newala gundê Sarkoyê re birevin.”

Me dît: “Merivek, ligel jin û zarokên xwe çend dewar dabûn pêşiya xwe, bi dizîka diajotin û dixwestin derbasî aliyê din ê çem bibin û birevin herin.”

Got: “Em jî gehiştin wan, me da du wan. Gede digiriya. Zilam li me zîvirî û got; kurê te digrî, ligel me newe, dê esker bi me bihese.

Tahir birîndar bû, nikarîbû bimeşe. Em ji wan veqetin nikarin biçin. Min devê gede bi hişkî bi pêsîra xwe ve şidand, wextekî dema min dehna xwe dayê gede miriye. Me anî ew danî binê darekê, hema wiha bicîh hişt û çûn.”

Tahir Nas, “Kafirê kafir, eskerên kafir, ketin nav xelkê kuştî, jin werdigerandin, zêr an moriyên di stoyê wan de derdixistin û dibirin, ji ber jin bi xemlê xwe çûbûn. Min bi xwe dît, Xwedê tu heqî, di destê jineke cahil de, miribû, wiha li piştê ketibû, destê wê bilind kir, kir nekir gustîlk derneket, tê bîra min, hema li ber serê min, tiliya wê şikand û gustîlk derxist.

Eskeran pîrik û diya min wergerandin ser piştê. Herdu jî miribûn, Xwedo tu heqî. Diya min Mikaîlîbû, keça Elî begê Mihemedê Ebdî axa ye. Qutiya wê zîvê kildayî bû. Esker qutiya tûtûnê ji ber pişta diya min deranî. Gustîlên stoyê jinan. Zarokê di çengê wan de hinek sax bûn. Diya min wergerandin kurek li milan bû, ev kur 40 rojî bû, navê wî Husên bû. Li ber çiçêkê wê qêrîn ji gede çû. Ez sip selamet di bin wê de bûn. Singûyek lê dan li ba kirin li erdê dan. Ne ew tenê hebû hema sed zarokên hûrik, qîz, jin yê saxbûya dipirpitîn yek pehîn bi cizmê, potîn di lingê eskeran da bûn lê didan. Ew cenaze wergerandin min mirîtî xwe dirêj kir. Min çavê xwe vedikir û digirt. Esker kişiya çû û em man li wê derê, meteke min sax ma. Gote min tu dikarî hinek av bidî min, ka metê min got ava çi xwîn dikişe, ez ê ava zelal ji ku bidim te. Min go lingê min jî birîndar e. Bi çalepkan çûm ber bi avê de. Min pêlava lingê diya xwe deranî û tije av kir, av xwîn bû. Min bi çalepka anî cem meta xwe û min dî meta min jî miriye. Emrê Xwedê em man hetanî êdî bû êvar. Xwîn li ser me hişk bû. Cenaze haşa kuçik bi wan ketin, teyr bi wan ketin. Te nedî ye teyrê berate berê çiqas hebûn. Xwîn dikişiya, qertelan girtê, reşêlekan girtê. Haşa wê şevê em wisa man. Kûçikê gund birçî bûn hatin ketin nav.

Bi çalepkan min piyê xwe pey xwe de kişand. Ez jor da hatim min dêhna xwe dayê hema ji nav cenazeyan derketim, min cenaze xelas kirin rastî wê hatim, jinikekê destê xwe dabû bin serê xwe û zarokek ji bin çîçîkê wê derdiket û mirçe mirç bû, hewqasî şad bû şad bû, dikeniya û diketa bin çîçikê diya xwe û dimêht. Xwedê tu heqî. Ez çûme nêzîk û min dêhna xwe dayê jinik miriye û ew zarok li wê derê. Welle ma cîda dîsa biribin ne biribin her Xwedê zane.”

Abdulbakî Çelebî, “Ew cenaze, ew ceset di cî da man. Bê xweyî man, kesî nikare here hilde, wê şevê kê çi rakir rakir, êdî tev man li ber tavê.”

Abdurrahman Gurbuz, “27 merivên me, konê bavê min, xizmên min hema girêdan û anîn û kuştin.”

Mehmet Çakir, “Li Erdîşê heta em pê hesiyan kuştine. Li binê gund me bi sedan cenaze cendek dîtin. Milet wek pez bi ser hevde ketibûn. Millet kesî haj kesî nebû. Gundê tenişta me serê wan jêkiribûn, kuştibûn haya me jê nebû. Kes nedigeriya, kes nediçû û kes nedihat, herkes li şûna xwe di mala xwe de bû. Çûn û hatin tinebû.”

Abdulbakî Çelebî, “De wê çaxê li wê derê binêr ji gundê me yek navê wî Emîn bû, yek Mistefa yek jî ew Mistefayê din, yek Tahir, Sofî Elî, Tahirekî din evana di bin cenazeyan de mabûn û gule li wan neketibûn. Yek diduyê wan, Tahirê Biro birîndar bû.”

Osman Îlerî, “Eskeran bi singûyan li zikê wan da, min bi çavê serê xwe dî. Li Cebeliya me zikê wê qelişandibûn, zaroka wê derxistibûn û dabûn ber sînga wê.

Eskeran şert digirtin û digotin ev jinika han bi hemle, yekî digot kur e yekî digot qîz e. Ew ji zikê wê derdixistin ka kur e yan qîz e. Li ser wê xwîna me, li ser hêsîra me, li ser zar û zêçê me wisa heqaret li me dikirin.”

Riza Sargut, “Me dêna xwe dayê em komkirin û anîn Încestê ber dîwarê zeviya mala kalikê Mîrze. Mîrze birayê apê Yeko ye. Em dan ber dîwar û li wir êdî gotin temam bi çekên giran yek li wir, yek li wir, yek li wir danîn û berê wan dan me daku me hemûya bikujin. Me dî hema siwarek hat kaxezek di destê wî de bû û da fermandar. Fermandar got: “Efû bo we hatiye derxistin.” Wexta efû hat çawa mî û berx bigihin hev em wiha şad bûn. Em berdan, em her yek bi aliyekî de reviyan. Me go şikir ji Xwedê re em revîn.”

Osman Îlerî, “Em rabûn ketin rê. Em ketin rê, em çûn me dît ji nav wan dehlan ên birîndar û ên rizgar bûne tên digihin me.”

Abdulbakî Çelebî, “Milk yek ji wan gundan e ku êsîr lê kom kirin û kuştin. Yanî qaliniya hestiyên êsîran bi qasî nîvê vî dîwarî bilindtir li ser hev bûn. Ew erd an sahe jî nêzîka 10 donim erd hebû. Kuştina mêrekî ya mirîşkekê, qetla mirîşkekê çi bû, qetla mirîşkê dîsan xwediyê wê dikarî hesab bipirse, lê xwediyê mêr nikaribû bibêje çima te kuştiye. Ha zilmeke wisa bû.”

Cemîl Tumlaç, “Tiştekî Îslamiyetiyê tine bû, hema diketin nav û qir dikirin, mirovên geliyê Zîlan zerara kesekî nekiribûn.”

Mehmet Çakir, “Pirs û mirs nebû, li kê rast bihatana, li kê rast bihatana dikuştin. Erê ev zarok e, ev biçûk e, ev mezin e ew tine bû.”

Vahyettin Elçî, “Jin û zarok xapandin û gotin em dê erzaq bidin we. Çend kesan êrîşî Erdîşê kiribûn, li dijî dewletê derketibûn. Hemû kes di malên xwe de, ne haya kesî ji van bûyeran hebû û ne pê eleqedar dibûn. Hemû jin, zar û zêç kom kirin û hemû kuştin.”

Salih Polatcanli, “Wele em hemû, dayîk û bavê min, hemûyan xwe di newalan de veşartin û xwe xilaskirin. Yên mayî jî her hemû, çiqas meriv kuştin, bi hezaran meriv kuştin.”

Abdulbakî Çelebî, “Haşa kuçik hewqasî hîn bûbûn, hewqasî cesedên merivan xwaribûn, kesî nikarîbû di wê derê re here.”

Abdurrahman Gurbuz, “Cenazeyên merivan hewqasî xwaribûn, bêhn ketibû wan deran, kuçikan cenazeyên merivan xwaribûn.”

Abdulbakî Çelebî, “Kî di wan deran re biçûya parçe dikirin û dixwarin. Hewqasî hînî cesedê merivan bûbûn ha. Eynen hemû tişt wiha çêbû.”

Osman Îlerî, “Dewletê dest danî ser hemû mal û pezê me. Hemû tişt bû malê gumrikê. Em nebûn xwediyê bizinekê yan pezekê, em belengaz bûn, stûxwar bûn û heqaret li me hat kirin.”

Abdulbaki Çelebî, “Bi Xwedê milet hewqasî pel û pencar xwaribû, serê hinekan a wiha werimî bû, tine bû ji kû bînin. Me ew ezyet jî kişand, me zaf kişand ji xwe, bavo welleh hemû nayên bîra merivan. Me hewqasî zehmetî dît, ancex Xwedê bizane.”

Osman Îlerî, “Tişta anîn serê me zilm bû, danûstandineke kêfî bû, eger sûcekî me hebûya, qeçaxekî me hebûya, me eskerek bikuşta, me qereqolek jinav biriba, me fermanderek bikuşta, me çû çar salan jî jê re eskerî kir, di bin emrê dewletê de, di wextê şerê Yunanê de, di xelayê, di birçîbûnê de, em li ber welat bûn, vêca ew jî rabûn zilmeke wiha li me kirin.”

Hafîze Îpek, “Hemû gundên me rûxandin û şewitandin. Em jî reviyan hatin Erdîşê. Malek nema. Êdî belangazî çêbû, hêsîrî çêbû, jarî çêbû bavê min, me ev dîtiye. Em li ser erdê dinivistin, sitara me nebû, Xwedayê me hebû û stara me tinebû ez qurbana te bim.”

Tahir Nas, “Geliyê Zîlan, min ev bûyer bi çavên xwe dîtin. Ez bi xwe di nav de bûm, tên bîra min, yanî derewek têde nîne, ev hemû min ji we re gotin.”

Hafîze Îpek, “Înşelleh zilma Geliyê Zîlan neyê sere ti kesekî. Hun niha çima pirs dikin tu Xwedayê xwe.”

Abdulbakî Çelebî, “Ji gundê Maçars Xeloyî hebûn, ew jî hemû kom kiribûn, sirgûn kiribûn û biribûn memleketê jêrî. Vêca hinek caran te didît ji sirgûnê direviyan û dihatin, dewletê yên dihatin careke din digirtin û dibirin. Yek hebû navê wî Temir Axa bû, her roj dê bihata û careke din ew digirtin û dibirin.”

Mîrza Akmaz, “Xwezî me miriyên xwe xistibana bin erdê. Em ji xweliyê çûbûn, lê em neketin nav xweliyê, em ketin zikê hirçan, guran û kuçikan. Xwezî em ketibana bin axê. Xwedê em ji erdê çêkiribûn, destê me ji wê jî qetandin. Ew jî li me qedexekirin. Ya nebûyî anîn serê me, wellehî ya nebûyî anîn serê me.”

Abdurrahman Gurbuz, “Ma ev edalet e? Ma ev edalet e? Ma tiştekî wiha dibe? Wiha dibe?”

Sala 1930an, di Komkujiya Geliyê Zîlan de ku di belgenameyên Komara Tirkiyê de wek “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkeran 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

Bi Qanûna Îskan a 5ê Gulana sala 1932an, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan.

Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest dan. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.

Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê. Di sala 1980an de jî bi biryara Kenan Evren, Kirgizên hawirde li gundên Geliyê Zîlan hatin bicîhkirin.

Welatiyên Geliyê Zîlan ligel ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum