Dîroka Kurd û Kurdistanê

Dîroka Kurd û Kurdistanê
25 Mayıs 2017 - 14:48

Dîroka kurd û Kurdistanê, destpêka wê, diçê hate deme sumeriyan û hwd. Piştî sumeriyan re, deme Babil û aqadiyan û pişt wê re deme duyemin ya sumeriyan li ber Diclê û Firatê dijî. Piştî wan deman re, birêzê li dûv hevdû, demên urî, hûrî û mîtaniyan, gûtî û naîriyan ditêne jîn kirin. Piştî deme naîriyan re, wê dem, were deme Medya û ji wê demê jî wê were piştî zayînê dema şedadiyan, merwaniyan û deme eyûbiyan û hwd. Ev dem, bi rêz li dûv hevdû demna dîroka Kurdistanê yên dewletî na.

Dîroka Kurdistanê, li herêmê bi pêşveçûn û pêşketinên xwe re dîroka herêmê jî ji binî ve kifş dike. Ji ber vê yekê, fahmkirina wê, wê ji aliyê ve bê temenê baş û qanc fahmkirna herêmê.

Demên berî zayînê Kurdistan

Ku mirov bahsa demên berî zayîna dîroka Kurdistanê bike, divêt ku mirov bizanibê ku di wê demê de, weke ku bi ´Xinasefon´ re tê ser ziman, "kardox" hene. Di dema Hûrîyan de jî rengê "kurda" navê kurdan tê bikarhanîn. Di dema Gûtiyan de, ev nav heye. Di wê demê de, bi vê yekê re, mirov dibîne ku ji Kurdistanê re "welatê kurdan" an jî "kardoxiyan" tê gotin. Wê di deme Gûtiyan de kurd, pêşketineka mazin bijîn. Wê welatîtiya wan ya wê demê, wê bi fêr û cerbneka mazin bigihê ast û deme Împaratoriyê û nêzî 400 salî bijî. Piştî wan re, demên u têne jînkirin, wê deme wan ji holê nerakê, Lê wê awayê rêveberiya wan ji holê rakê.

Deme Mîtaniyan û Hûriyan, wê demeka xanadanî bê. Piştî deme Uriyan re ku ew demna bixanadanî yên li dûvhevdû jîna, wê weke ku di berdewama wan de, li herême botanê ya rojavayê bakûrê Kurdistanê dikeve û ku başûr rojavavayê Kurdistanê dike nava xwe de, wê di qadeka mazin de pêşketina wan bibe. Ew der, wê hate ku bigihê herêma Rehayê ku di wê demê de jê re "kalden-Ur" dihate gotin, wê ji wan re herêmeke navendî bê. Firat bilindbûna wê ava wê, li ber wê, temenê jiyaneka xurt û pêşketî diafirêne û jiyan ji li wir pêş dikeve û pêşketineka mazin dijî. Di deme Uriyan de jî, di deme Hûrî û mîtaniyan de jî, em dizanin ku xwediyê zanîn û kevneşopiyeka mazin in û pirtûkxaneyên wan hene. Zanebûneka wan ya pirr mazin heya. Gûtî, wê bidest bikarhanîna ayaran bikin weke rûpelên nivîsandinê. Wê Medî jî, wê kevneşopiya wan ji wan bigirin û bidina berdewam kirin.

Navenda Gûtiyan Herêma Cizîre bota bû. Wan, wê demê ji Cizîre bota re digotin "gerzûbaqarta". Cizîr, ew kelehe wê ya mazin, hê ji deme wan maya. Di deme Gûtiyan de hatiya Çêkirin. Ji xaynî wê kelehê, em dizanin ku gelek beşên wê ku îro ji holê rabûna hene. Herême dora wê jî hatiya rastkirin û hatiya vekirin ji jiyanê re. Ji vê yekê re hin sedemna pir mazin hena. Tirba Nebî Nuh di wê demê de cihê herî xweş jê re tê dîtin û li wir tê çêkirin. Ew tirba wî ya ku îro, weke ku li nîvê Cîzîrê ya. Di deme ku hatîbû çêkirin de li ber ava Diclê hatibû çêkirin. Çend ku av çiqandin pêre çêdibe û bi ber kêmbûnê ve diçê, êdî navber dikeve nava tirbê û çemê diclê de. Nebî Nuh, weke pîroziyeka her demê ya. Di deme wan (gûtiyan) de jî ew pîroziya wî heya û mirov di têgihiştina wê de na. Di deme Gûtiyan de ew nirxîtiya nebî Nuh heya. Hingî, Ola Êzîdiyê heya û serdesta û pergaliya yek-xwûdayiyê diafirêne. Gûtî, wê demeka wê ya pirr pêşketî û bi têgihiştin bê.

Piştî deme Gûtiyan deme Naîriyan û hatina deme Mediya

Deme Gûtiyan, wê li Kurdistanê, pêşketineka mazin bide çêkirin. Awayê rêxistinbûna wan li ser temenê herêmbûnê ya. Herêm bi herêm rêxistiniya wan heya. Her herêm mîrê wê heya. her herêm, mîrê wê, weke keyê wê ya. Ya ku di ast bilind de wan digihêne hevdû, pergale olî û nirxîtiya wan ya bi wê ya ku ew hemû li dora wê gihiştina hevdû ya. Zanebûna wan, wê wan hertimî di bîra hevdû de bihêle. Têkiliya herêman jî, weke ya êlîtiya ku hate roja me bi kurdan re jîn dibê ya. Her herêm bi êlîtiya xwe re xwediyê hêzê xwe ya jî. Di bin mîr de bi rêxistin a. Her mirovê u dijî bi mîr ve girêdayî ya û ji wê wirdetir, ku pêdivî pê hebe, şervanekî parastîna herême xwe ya jî. Ji bo wê diçê mirinê jî.

Hate ku dem tê deme Naîriyan wê ev wilo berdewam bê. Lê di wê navberê de li herême hin bi hin hêzeka din jî bilind dibe. Ew jî, hêz û mazinbûna Asûriyan a. Ew jî, wê êdî ji sadsalên 16. û 15 min pê de bidest mazinbûna xwe bikin. Bi wê re, çend ku ew bihêz dibin wê bixwezin ku li herêmê serdest bibin. Piştî Gûtîyan re li herêmê Naîrî êdî hin bi hin mazin bûna û ji qadeka ku ji ber Zagrosan digihê hate herêmê Botanê ber Diclê û ji wir jî hate ber Firatê serdestiya wan heya. Destpêka wan, wê herême botanê bê. Piştre wê navenda wan xişiqê herême Sêrt, Wan û Mûşê û hwd. Lê di demên wan dawiyê de wê Zagorosan bê navenda wan. Bi wê re, serdestiya wan li çiyayê mazin agirî jî dibe. Wekî din jî, ev der, ji wan re parastinekê ji dike.

Asûrî, piştî ku mazin bûn, wê êdî bi Naîriyan re bikevina şer de û wê di sala 1128an de wê şerekî mazin mazin bi Naîriyan re bikin. Deme ku Asûrî têne ber Naîriyan, êdî ji her herêmê her mîrê wê yan jî keyê wê, wê hêze xwe bide dora xwe were qada şer û bi hev re bikevina şer de bi Asrûiyan re. Lê wê têk herin. Bi wê re, wê Asûrî, weke ku bûya malê dîrokê jî, wê 43 keyên Naîrî dil bigirin û wê ji berdêla bêşan de wan serbest berdin. Ev dem, piştre wê naîriyan ji dîrokê nebe. Lê wê serweriya wan ya gîştkî ji holê rakê. Wê êdî ji wê deme hate sadsale 8. min, wê tekoşîneka mazin bi awayê raperînî wê li ber Asûriyan bidina kirin. Hate ku têne sadsale 7. min, wê bi raperîn û serhildanên ku dibin re wê li ber wan bi serbikevin û wê desthilatdariya Asûriyan ji holê rakin. Ku weke u di nav kurdan de hate îro, weke "serketina Kawayê Kesinkar" tê zanîn bibe û wê ew serketin, ku weke rojeka pîroz ya ola Êzîdiyê ya, wê di roja 21 ê adarê de pêk were û wê êdî weke ku hate î ro di nav kurdan de tê gotin wê ew roj "Newroz" bê. Piştî wê serketina kurdan re wê deme û serdestî ya Mediyan bi desthilatdarî wê dest pê bike.

Dema Îslamiyetê

Dewleta Eyûbiyan a kurda ya herî mezin

Îslamiyet di sedsala 7'an de derket wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî dijîyan. Hêjmara wan pir kêm be jî hinekî kurd di dema Mihemed Pêxember de bûne misilman, Lê pirraniya kurdan di dema Xelîfe Omer de ku dema artêşên Misilman an di sala 637'an Împeratoriya Sasaniyan hilşandin û erdê Kurdistanê feth kirin pirraniya kurdan Îslamiyetê pijirandin û bûn misilman, û êdî kurd di nav Dewleta Îslamî de jiyan. Piştî sedsaleke din kurdan gellekî dewlet jî ava kirin. Dewleta herî pêşîn ji aliyê Sadaqê kurê Elî ve li Rojhilata Kurdistanê li Ûrmiyeyê û bajarên derdorê wî di sedsala 8'an de Dewleta Sadakiyan ava kirin. Piştî wî Dewleta Eysanî, Şedadî, Hezarhespî û Dewleta Eyûbiyan û wekî din hatin avakirin.

Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamyayê ne. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê kurd, cîhekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.

Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.

Beriya Îslamiyetê ola Kurdan li gor hinek çavkaniyan Zerdeştî bû. hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna misilmantiyê, kurdan dev ji Zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.

Li sedsalên yekemên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin ser Împeratoriya Sasanî, niviskarên ereb weki Îbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekî Hoz jî dihêt nivisandin û gotin. Hoz jî di zimanê kurdî de bi manaya malbat (clan, family) e, û weke Xêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye clan (bi inglizi) dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro, Hozên dema kevnar in, ku pishti islamiyetê tevi eskerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pishkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe. Hoz navê gelê Elamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr nava Hozi jiyana koceri li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. cavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan weki mar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.

Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekî Selehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.

Di sala 1514'an de şerekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.

Bi peymana Qesrî şîrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.

Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.

Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir. Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.

Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de pêk hate.

Lihevhatina Sewrê

Li gorî lihevhatina Sewrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû. Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64'an destnîşan dikin, bê di çi rewşê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62'an Kurdistanê weha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan dê di pêşerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne". Di destpêkê de di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîztan, Fransa û Îtalya de dê mîna herêmek xweser bimîne. "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe berde," (Bend: 64). Dawiya vê beşa peymanê wiha ye: "Heger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin."

Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paşî dev ji gelşên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn.

Peymana Lozanê

Parçe kirina Kurdistanê

Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşî de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişavtina Tirk, Ereb û Farisan.

Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemmed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd piştî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.

Komara Tirkiyê û Kurdistan Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye eşkere kirin.

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, M. Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bikşînin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike?"

(Arşîva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)

Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nîşandan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn.

Yek: Divê ti tixûb neyên kişandin, ango dabeşîn nebe.

Du: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.

Sê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.

Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.

Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pêşeroja xwe kirine yek.

Şeş: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.

Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin.

Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî niştimanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, piştî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji şirîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.

Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.

Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku "sê-çar dabeşkeran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.

Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro şûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo aştiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd.

Qate Kurdistanê ya ku di nav sînorê Iraqê de ma

Li vê qatê nêzî 7 û an jî 8 milyon kurd dijîn. Ev qatê Kurdistanê, piştî peymane Lozanê re, ku Kurdistan bu çar qat, qat di nav sînorê Îraqê wê demê ya ku ji nû ve hate avakirin de hate hiştin. Hingî, hê hêzên Ingilîz li li wir bûn. Berî ku hêzên Îngiliz vekişihin, li wir, dewleteke ku nû bi navê îraqê avakirin. Ew qate Kurdistanê jî, ne bi navê xwe bi navê ku bigiştî lê îraqê hate kiirn, ew di nav de hate hasibandin. Kurdên wê derê jî, weke yên qatên yên Kurdistanê ti carî ew yek herê ne kirin. Piştî wê rewşê re pêşî serhildana şêx mahmudê berzencî ya li ber ingilîzan, wê baxtê wê demê kiş bike. Lê ew li wir bi sernakevê.

Piştî wê re jî, mîreteye şêx Mahmudê berzencî, wê berdewam bike û wê hertimî serhildan bibe. Rêveberiya îraqê ku hate avakirin, bi piştgiriya rojava hertimî li ber kurdan bû xwediyê serketinekê. Hate ku dem tê salên 1970 û hwd, wê kurd,di rewşeka bixwe bijîn. Piştre hertimî rêveberiyê ji ji ber ku wê rewşê ji holê rakê tevgeriya ya. Lê bi serneketiya. Piştî levkirina 1970 û hwd, kurd, wekeku di gihihina xweseriya li herêmên xwe. Lê bi Peymana Cezayirê ya ku li Cezayirê hate mohrkirin re, wê kurd, derbeyekê li wê rewşa xwe ya ramyarî bixwûn. Rojava, û amarika jî hewldidin ku derbeyekê li kurdan bixin û dixin jî. Piştre jî, wê tekoşîna kurdan berdewam bike. Hate ku dem tê salên 1990 û hwd. Di vê demê de bi xurîxîna yekîtiya sovyet re wê demeka nû biafirê. Wê amarika bikeve Îraqê de û wê herême kurdan bi xweriya xwe re bigihê biserê xwe.

Lê berî wê demê di sala 16 adare 1988an de wê kurd, derbeyeke mazin bi jenosîdeka ku dijîn wê bixwûn. Rejîma baasê ya ku li ser kar û ku ew haft salin ku bi îranê re di şer de ya ji bo herêmên wele "şat-ul arab" û hwd. PIştî ku şer bi dawî dibe, piştre bi sê çar mehan wê serokê rejima baasê Saddam Huseyin, wê bi çekên kimyewî ku wê sadsalê weke çeke mirinê ya herî xadar kifşkiriya wê li ser serê kurdan bêne bi kar hanîn. Wê tenê li bajerê Helebçê wê ser 5 hezar mirov re bêne kuştin. Kurd, wê piştre bi deh salan wê di bin bandûra wê jenosîda ku hate de bin. Lê piştî ku amarika kete Îraqê, de êdî kurd jî, gihiştina serbixwebûna li herêmên xwe. Hukumete xwe avakirn û parlamene xwe damazrandin.

Qate Kurdistanê ya di nav sînorê Sûrî de ma

Li vê qatê nêzî 3 an jî çar milyon kurd dijîn. Ev qate Kurdistanê, ji destpêkê çendî û çawa pirsgirêkên wê bûn, piştre jî wilo berdewam kirin û hate roje ma jî ew pirsgirêkên wê berdewam dikin. Gelek pirsgirêkên wê bi qate Kurdistanê yê ku di nav sînorê tirkiyê de hate hiştin de hevpar in. Ji ber ku deme ku sînor hate xatkirin, nîvê malbatan li wî aliyê ku jê re "binxat" tê gotin li wir ma. Nîvê malbatan ji li vî aliyê tirkîtyê ku jê re "serxat" tê gotin li wir ma.

Di wê deme ku sînor hatina xatkirn, li sûriyê hêzên Firensa li wir serdest bûn. Wan jî, ew qate Kurdistanê di nav wî sînorî de hişt. Piştre ku Hêzên firensa bi şûn vekişiyan, çend ku ji kurdan soza serbixwebûna wan ya li ser herêmên wan û avakirina hukumetê ya wan li herêmên wan da jî, piştre ew soz ti carî ne hate li cih. Kurdên wê qatê, ji her aliyê mafê xwe hatina dûrkiirn. Ji welatên xwe ji bo ku bêne ravandin, çi pêdivî pê hebû, ew kirin. hemwelatîtiya wan ji ji wan hate standin. Herêmên wan bi arabkirnê re hate roje me jî rû bi rû dimênin. Ji xaynî wê jî rejoma baasê ya li ser kar, komkujiyên wê yên amudê û kobanî û hed bi wan dana jînkirin û hê jî ew di wê rewşê de na.

Qate Kurdistanê ya ku di nav sînorê Tirkiye de ma

Ev qate Kurdistanê, qate herî mazin ya beşa Kurdistanê ya. Li vê qate nêzî 15 û an jî 20 milyon kurd dijîn. Ji ber ku pêvajoyeka bişavtinê ya herî mazin li ser serê kurdan di vê qatê de hate meşandin, êdî pirraniyên kurdên vê qatê ji ziman û çanda xwe hatina dûrkirin. Bi vê yekê re jenosîdeka çandî bi hebûna xwe re û bi qadaxaya li ser zimanê xwe re jîn. Lê kurdên vê qatê jî, weke yên qatên din jî ti carî bindestî herê ne kirin û hertimî li berxwedan. Lê dewleta tirk jî hertimî çû bi ser wan de. Komkujiyên bi jenosîdî weke yên "Zilan", "Dêrsim", "Agirî" û hwd bi wan dana jînkirin. Ti mafê wan ne hate naskirin. Weke ku li Îraqê û li herêmê Kurdistanê ya di bindest Sûrî de hate hiştin, zimanê wan jî hate qadaxakirin û ew zor li wan hate kirin ku weke ku li Îraq û sûrî ku li ser wan bi arabitiyê mazin bibin li wir jî bi tirkitiyê li ser wan hate ferzkirin.

Kurdan, lê ti carî ev yek herê nekir. Zimanê xwe parastin bi bahayê bi hezaran kuştin û êş û elaman. Piştî Peymana Lozanê re ku ew hate mohrkirin û kurdan dît ku êdî mafî wan ji wan hate standin, êdî bidest serhildanê kirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîranê, agirî, Û hwd, bûn. Kurdên vî bi dehan caran serî hildan û serhildan. Lê her carê jî têkçûn. Lê di salên 1970 yî de tekoşîna azadiya kurdan PKK dest pê kir. û wê bi fikrekî hemdem dest pê kir û bi serket. hem civate kurd li gor demê di deme xwe ya tekoşînê de perwerde kir û ji nû ve rakir û hem jî hêzê wan ya civatî derxista holê. Bi wê re î ro kurd, bi hezaran tekoşîna xwe didin.

Tirkiya ji bo ku wê tekoşîna kurdan ji holê rakê, pirr tahbê dide xwe. Ji rojava ji welatên rojava yên weke Almanya, Îngilistan û Fransa û hwd, piştgiriyê distêne ji bo ku li ber kurdan bi serkeve. Amarika jî piştgiriyê dide tirkî li ber kurdan, da qan tirkî bi serkeve û kurdan têk bibe. hate roja me jî wê rewşê bi vî awayî berdewam kir. Tirkiya, Bi gotina ku di destûra xwe ya bingihîn de bicihkiriya û ku dibêje ku "yên ku di nav sînorê tirkî dijîn û bi gîrêdana hemwelatiyê ku bi tirkî ve girêdayîna tirk in" re herkeskî tirk di hasibêne û mafê wan yên ji hebûna wan û cudatiya wan tê yên ziman û civatiyê nasnakê. Îroje me jî, di hewldana ku kurdan di nav tirkiyetiyê de bi halêne, hewlda. Îro jî, wê hewldanê dide. Zimanê wan yê kurdî hê jî qadaxaya. Hê jî, hate roja me jî kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.

Qate Kurdistanê ya ku di nav sînorê Îranê de ma

Ev qate Kurdistanê nêzî 14 û an jî 15 milyon kurd lê dijîn. Îran jî weke tirkî, sûrî zimanê kurdi qadaxa kiriya. Kurd û îranî bi hev re xwediyê dîrokeka pir mazin demdirêj in. Ji deme Mediya ve dîrokeka wan ya bi hev re heya. Di deme Sasanî û Sefeviyan de jî bi hev re împarator avakirin. Gelek nixrên wan bûna wekhev. Zanistên kurd yên ku weke Bawe henifê Dînwerî û Bawe Tahirê Uryanî hwd ku biqasî ku ji kurdan bûna zanist ji persan re jî ji wan mirovên wl axê re jî bûna zanist. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku nirxeke wan ya weke hev afirêya bi demê re. Lê ku dem hate van demên dawiyê Îranê rêveberiya rêz û hûrmet ji vê pêşketina bi hev re nekir û zimanê kurdî qadaxa kir û kurd weke tirkî tûna hasibandin.

Bi mohrkirina peymane Lozanê re qateka mazin ye Kurdistanê di nav wê sînorê wê de ma. Piştre Îranê çendî ku mafê kurdan di destûra xwe de bicih kir jî, û navê herêmeka wan kira "Kurdistan" jî, wê piştre ew ne hanî bicih. Wê jî, piştre xwe tevlî şerê li dijî kurdan kir bi tirkî û Sûrî re. Piştî wê peymanê û mohrkirina wê re, êdî kurdan li wir jî ji ber ku mafê wan hatina ji wan standin bi serhildanên weke yên simko re serî hildan û serhildan. Piştre ku yektiya sovyet ava bû, Kete herême Kurdistanê de û bi navê" Komara Mehabadê ya kurd" re ew qate Kurdistanê bû dewlet. Lê ew dewlete kurd ne hate naskirin û tenê 11 mehan jiya. Piştre ku hêzên sovyetê bi şûn ve kişiyan, êdî hêzên Îranî ketina wirde û bi serokê komare kurd ya Mihabadê Qazî Mihemed re gelek kurdên pêşand bidarve kirin. Piştre, êdî bêdengiyak bû. Piştî wê xurîxîna komara kurd re, êdî hin pêşengên kurd ravina derve û piştre serhildana Kurdistanê dana dest pê kirin. Yê ku ew destpêkirin da dest pê kirin û piştre li başûrê Kurdistanê bi serket lê ku wî bixwe ew ne dît, weke damazrînerê dewletê kurd Merwanî badê kurê dostik ku wê avabûna Merwanîyan ne dît. Mele Mistefa Barzanî jî, ew avabûna "Başûrê Kurdistanê" ya weke dewletekê ne dît.