AHaberê Xeberdana Berdevkê Talîbanê Kut Kir û Kurdistan înkar kir

Televîzyona aHaber a nêzîkî desthilata Tirkiyê ku bi Berdevkê Rêveberiya Talîbanê li Afganistanê Zabîhullah Mucahîd re hevpeyvînek kir, hewl da ku Mucahîd gotinên xwe yên "Em Kurdistanê nas dikin" paşve bikşîne. Kanalê bersiva Mucahîd a li ser pirsa pêşkêşvan a derbarê “Kurdistan”ê de birî û wek “Rûdaw TV gotinên min berevajî kirin” manîpule kir.

AHaberê Xeberdana Berdevkê Talîbanê Kut Kir û Kurdistan înkar kir
29 Ekim 2022 - 09:19

Televîzyona aHaber a nêzîkî desthilata Tirkiyê ku bi Berdevkê Rêveberiya Talîbanê li Afganistanê Zabîhullah Mucahîd re hevpeyvînek kir, hewl da ku Mucahîd gotinên xwe yên "Em Kurdistanê nas dikin" paşve bikşîne. Kanalê bersiva Mucahîd a li ser pirsa pêşkêşvan a derbarê “Kurdistan”ê de birî û wek “Rûdaw TV gotinên min berevajî kirin” manîpule kir.

Di 15-16 Cotmeha 2022an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê konferanseke ji bo zanayên ola îslamê bi navê “Hevdîtina Heftemîn A Aliman” hatibû lidarxistin û Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd jî ku di konferansê de amade bûbû daxuyanî dabû Rûdawê û ragihandibû, ew Kurdistanê nas dikin û Kurdistan yek ji pirsgirêkên cîhana îslamê ye.

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re gotibû, ew cografiya Kurdistanê nas dikin. Mucahîd gotibû, “Belê em Kurdistanê nas dikin ji ber ku hevalên me yê Kurd hene û pêwendîya me bi wan re heye. Mijara Kurdistanê jî yek ji mijarên dewletên îslamî ye û yek ji pirsgirêkane. Xwedê bike rêçareyek jê re bibînin.”

a Haber hewl da ku Berdevkê Talîbanê gotina xwe înkar bike

Televîzyona aHaber ku beşek ji weşanên Turkuaz Media li Tirkiyê ye, hevpeyvîna xwe ya bi Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd re weşand.

Di dema hevpeyvînê de pêşkêşvanê aHaberê ji Berdevkê Talibanê têkildarî daxuyaniya wî ya li ser Kurdistanê ya bi Rûdawê re dipirse. Pêşkêşvan dipirse, Tirkiyê heta niha piştgirî daye yekîtiya axa Afganistanê. We herî dawî di kanaleke Kurdî de daxuyaniyek wek, 'Em Kurdistanê nas dikin' da. Hûn tam hewl didin li vir çi destnîşan bikin? Ma şaş têgihiştinek çêbû, hûn dikarin şirove bikin?

Berdevkê Talîbanê bi zimanê Farsî bersivê dide, lê kanala aHaber a nêzîk AK Partiyê û desthilata Tirkiyê gotinên wî qut kirine û bi gotinên wî lîstiye daku bersivekê bi dilê xwe peyda bike. Wergera Tirkî ya gotinên Zabihullah Mucahîd li ser kanalê berevajî û li gor dilê rêveberên kanalê hatine nivîsandin eleqeya wan bi gotinên Mucahîd re nîne.

Bersiva qutkirî ya Mucahîd a ku aHaberê weşandiye dîrekt bi vî awayî ye: “Na, ev axaftineke cuda ye, em bi dostên xwe û bi Tirkiyeyê re..., Helbet meseleya Kurdistanê û hin meseleyên din ku li hundirê welatan hene…”

Di vir de dema ku Mucahîd dest bi axaftina xwe dike, careke din navê Kurdistanê nîne û behsa meseya Kurdistanê dike, lê belê kanala aHaber a Tirkiyê gotinên wî bi awayekî ji hev qut kirine ku gotin bê serûber bûne û ti wateyek jê dernakeve.

Lê belê kanala aHaber a Tirkiyê ev gotin û beşên qutkirî yên axaftina Berdevkê Talibanê wek, “Em bi Tirkiyeya Dost re di nava têkiliyan de ne û em dixwazin ev zêde bibe. Ev mijareke navxweyî ye û em destwerdana karên navxweyî yên Tirkiyê nakin. Gotinên bi vî awayî ku me hevoka “Em Kurdistanê nas dikin” bikar anîbe ne rast in, wekî jêrnivîsa gotinên Mucahîd bi kar aniye û li ser ekrana xwe belav kiriye.

Pêşkêşvanê wê kanala nêzîkî desthilata Tirkiyê, di pirseke din de ji Berdevkê Talîbanê dipirse, Yanî hûn difikirin ku gotinên we hatine xerakirin? Ji ber ku ev mijareke ku di van rojên dawî de li Tirkiyê gelek tê nîqaşkirin. Tu dibêjî Rûdaw Tv gotinên te berevajî kirin?

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd hêj dest bi bersivê nekiriye ku gotinên wî tên qutkirin, piştre Mucahîd wiha bersiv dide: Ev peyv şaş tê fêmkirin. Me got em destwerdanê di karên navxweyî yên welatan de nakin. Em Misilmanên hemû cîhanê wek bira dibînin, lê em destwerdanê di nav karûbarên navxweyî û sînorên welatan de nakin.”

Lê belê dîsan kanala aHaberê di wergerê û jêrnivîsê de gotinan diguherîne û bi vî awayî diweşîne: “Ev tehrîfkirin e, em destwerdana karên navxweyî yên welatan nakin. Ev mijar Afganistanê eleqedar nake. Li ku dera dinyayê misilman hebin em wan wek bira dibînin, lê meseleyên navxweyî yên welatan karê wan e û em mudaxeleyê di vê yekê de nakin.”

 

Berdevkê Talîbanê çi gotibû?

Berdevkê Talîbanê pêştir di hevpeyvînkê de ku nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî pê re kiribû, gotibû “Mijara Kurdistanê yek ji mijarên dewletên Îslamî ye, hêvî dikim çareseriyek jê re were dîtin.”

Li ser pirsa ‘Hûn erdnigariya Kurdistanê qebûl dikin?’ Berdevkê Talîbanê wiha gotibû, “Belê em Kurdistanê nas dikin ji ber ku hevalên me yê Kurd hene û pêwendîya me bi wan re heye. Mijara Kurdistanê jî yek ji mijara dewletên îslami yê û  yek ji pirsgirêkane. Xwedê bike rêçareyek jê re bibinin. Lê dîsa jî ez dixwazim di serdana xwe de em mijarên me ji siyasetê dûr bisekinin û zêdetir li ser zanist, perwerde û zanistê bin. Ya din jî meseleyeke siyasî ye û piştre em dikarin li ser vê gotûbêjan bikin.”

Mucahîd di berdewamiya axaftina xwe de gotibû, “Meseleya Kurdistanê ne tenê ya Kurdan e. Piştî ku Brîtaniyan plan dijî Îslamê danîn, destpêkê hewldan gelek neteweyên girîng ên Îslamê wate Ereban jî tûşî pirsgirêkan bike û nakokiyan di navbera wan de derbixînin. Di nav civaka Îslamî de yek ji neteweyên herî girîng Kurd bûn, Tirk û Belûc bûn û Brtîtanyayê hewl da ku di navbera wan de nakokiyan çêbike. Lê daxwaza me ew e ku em rê li ber nakokiyan bigirin û ber bi yekîtî û yekîtiya misilmanan ve biçin. Her çend welatên me yên cuda hebin jî, em girîngiyê didin nirxên Îslamî û rewşên Îslamî û em dixwazin Yekîtiya Misilmanan pêk were.”

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum